Li Xazirê Pêşmergeyan çi anîn serê DAIŞê?
K24- Xazir
Li eniya Xazirê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ziyanên mezin gihandin DAIŞê, di şikandina êrîşeke wê rêxistinê de, termê 40 çekdarî bicih ma.
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê êrîşeke berfireh a çekdarên DAIŞê li eniya Xazirê têkşikandin û ziyanên madî û mirovî yên mezin gihandin wan.
Pêşmergeyan derbeyên dijwar li rêxistina radîkal da, gelek çekdar revîn û 40 terim jî li pey xwe hiştin.