NYê biryara proseya aştiyê li Sûriyê pesend kir

Şevê din 17 welatên Rojava û Rojhilata Navîn, di nav wan de jî, Amerîka, Rûsya, Tirkiye, Erbistana Siûdiyê û Îran li New Yorkê derbarê kirîza Sûriyê de civiyan, di encama civînê de biryara proseya aştiyê li wî welatî bi tevahiya dengan hat pesendkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî 5 salan hebûna kirîza Sûriyê, Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) biryara piştgiriya proseya aştiyê li Sûriyê pesend kir.

Li gor proseyê dê ji dest pêka sala nû ve agirbestek li seranserî Sûriyê bikeve ware pratîkê, lê ew agirbest navçeyên di bin destê DAIŞ û Cephet El-Nûsrayê li xwe nagire, piştî wê dê danûstandin di navbera Opozîsyona Sûriyê û rejîma wî welatî de dest pê bikin.

Derbarê vê mijarê de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yebûyî (NY) Ban Ki- Moon daxwaz ji hemû aliyên kirîzê kir ku bi awayekî lezgîn prose were cîbicî kirin daku alîkariyên mirovî jî bigihin hemû navçeyên şer.

Tevî lihevhatina hemû aliyên navdewletî li ser vê proseyê, lê Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry da zanîn ku pirsgirêkên bingehîn li ser çarenivîsa Esed di navbera welatê wî û Moskoyê de hene.

Ji aliyê xwe ve jî Wezîrê Derve yê Urdinê Nasir Code, biryara Neteweyên Yekbûyî wek biryareke "Dîrokî" binav kir û hêvî kir ku prose dawiyê li kirîza Sûriyê bîne.