Rûhanî serdana Fransayê dike
K24- Navenda Nûçeyan
Serokê Fransayê vexwendineke fermî ji hevşanê xwe Îranî, Hesen Rûhanî re şand bo ku serdana Parîsên bike.
Serokê Encûmena Pîran a Fransayê, Gerard Larcher ku îro gehiştibû Teharnê, got ku, Serokê Fransayê, François Hollande dixwaze li Parîsê ligel Rûhanî bicive.
Li gor ajansa fermî ya Îranê, ÎRAN, Hollande hevşandê xwe yê Îranê rojên 27-28ê Çile vexwendiye Parîsê.
Biryar bû ku Rûhanî roja 16-17ê Mijdara borî serdana Fransayê kiriba, lê ji ber bûyerên li Mekayê, serdan hatibû paşxistin.
Gerard Larcher hêvî xwest jî ku, ev serdana Rûhanî bibe xalek bû ji bo destpêkirina qonaxeke nû ji pêwndiyên Parîs û Tehranê.