Çîn dê hikûmet û opozîsyona Sûriyê vexwîne

K24- Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Çînê dê her yek ji nûnerê hikûmet û opozîsyona Sûriyê vexwîne Bekînê.
Çîn bi vê hewldana xwe dixwaze bibe lîstikvanekî serekî di danûstandinên çareserkirina krîza Sûriyê de.
Roja Îna borî, Encûmena Asayişa Navdewletî biryarek derbarê destpêkirina nexşerêya çareserkirina krîza Sûriyê, pesend kir.
Li gor wê biryarê, dê heta 6 mehan hikûmeteke hevbeş ji opozîsyon û rejîma Sûriyê pêk were, piştre jî dê di heyama 18 mehan de destûrekî nû ji welat re bê danîn û hilbijartinên giştî jî birêve biçin.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Çînê, Hung Lee, di daxuyaniyekê de ragihand ku, ew dê “nêzîk” vexwendinekê ji opozîsyon û hikûmeta Sûriyê ve bişînin. Bêyî ku zanyariyên zêdetir aşkere bike.
Beriya niha jî Bekînê nûnerên hikûmet û opozîsyona Sûriyê vexwendibûn.