Wan: Pileya germayê daket 19an di bin sifirê re

Li Mûş, Bedlîs û Hekariyê jî pileyên germayê gelek daketiye

K24- Navenda Nûçeyan

Li çend bajarê Bakurê Kurdistanê, pileya germayê daket bin sifirê bi 15 pileyan û rewşa jiyanê dijwartir dibe.

Li gor anasa Anadolê, li Wan, Mûş, Bedlîs û Hekariyê germahiya hewayê daket bin sifirê bi 15 pileyan.

Li gor agahiyên meteorolojiyê jî, ji ber daketina pileyên germayê, dê jiyana xelkên navçeyê dijwarti bibe.

Daketina pileyên germayê hevdemê alozî û şerê û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê de tê, ku jiyana xelkê zêde dijwar bûye.

Li herêmê sermaya herî zêde li Çaldirana navçeya Wanê ye û ev der di bin sifirê da 19 pile hat pîvan. Li Bûlanika navçeya Mûşê serma di bin sifirê da 16, li Başkaleya navçeya Wanê jî di bin sifirê da 13 pile hat pîvan.

Li Yuksekovaya navçeya Hekkariyê jî cil û bergên welatiyan ji serma qerisîn.

Li yuksekova û Guroymaka Bedlîsê jî ji bo ku motora wesaîtên wan neqerimin, welatî betanî û laylon avêtin ser motoran û nixamtin.