Berdevkê HDPê Bîlgen: Xweserî mafê gelan e

Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen bi zimanekî tund rexne hikûmeta AKPê rexne kir û li ser serdana Demîrtaş a bo Rusyayê got: “Me ligel Wezareta Derve danûstandin kirine.”

K24 – Enqere

Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen bi zimanekî tund rexne hikûmeta AKPê rexne kir û li ser serdana Demîrtaş a bo Rusyayê got: “Me ligel Wezareta Derve danûstandin kirine.”

Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen da zanîn ku di civîna Desteya Birêveber ya Navendî de pevçûnên li Bakurê Kurdistanê hatine nirxandin. Bilgen, diyar kir ku piştgiriya HDPê ya bo xweserî û xendekan wê berdewam be.

Ayhan Bilgen politikayên dewletê yên li Kurdistanê rexne kirin û valakirina herêman wekî şaşîtiyeke mezin nirxand û rêya aramiyê jî wek “hewldanên bo jiyana asayî” bi nav kir.

Bilgen, di civînê de giraniya rexneyên xwe da hikûmetê, Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Berdevkê Hikûmetê Omer Çelik. Li ser rexneyên Berdevkê hikûmetê Omer Çelik yên wek “Demirtaş di serdana xwe ya bo Rusyayê de divê bi hesasî tevbigeriya” Ayhan Bilgen got: “Yên di xistina firokeyê de bi hesasî tevnagerin çawa me di vê mijarê de hişyar dikin.”

Ayhan Bilgen herî dawî derbarê kongreya HDPê de behsa hurgilayn kir û da zanîn ku kongre, di 24ê Rêbendanê de wê pêk bê û 2 roja wê berdewam bibe. Bîlgen herwiha tekez kir ku xweserî mafê gelan e.