Sala 2015an milyonek penaber gehiştine Ewropayê

3 hezar û 695 penaber dema ku dixwestin derbasî Ewropayê bibin, di avê de xeniqî ne.

K24- Navenda Nûçeyan

Rêxistina Penaberiyê ya Navdewletî diyar dike ku, hejmara penaberên ku îsla gehiştina welatên Ewropayê, yek milyon derbas kiriye.

Di rapora rêxistina navdewletî de hatiye ku, ji hejmara yek milyon û 6 hezar penaberî, 800 hezar ji Tirkiye bi rêya deriyayê gehiştine Yonanistanê û ji wê de derbasî welatên Ewropayê bûn, praniya wan jî ji Sûriyê û Iraqê bûn.

Herwiha Rêxistina Penaberiyê ya Navdewletî aşkere kiriye jî ku, 3 hezar û 695 penaberî dema ku dixwestin derbasî Ewropayê bibin, di avê de xeniqî ne.

Di raporê de hatiye jî ku, 34 hezar kes bi rêyên bejayî ji Tirkiyê derbasî Yonanistan û Bulgaristanê bûn.

Nîvê wan penaberên ku bi rêya deryarê gehiştine welatên Ewropayê ji Sûriyê ne, ji sedî 20 ji Efxanistanê û ji sedî 7 ji Iraqê ne.

Ji hejmara 3 hezar û 695 penaberên ku di avê de xeniqî ne, 2 hezar û 889 dema dixwestin ji bakurê Efrîqayê derbasî Îtalyayê bibin û 700ê din jî li Îcê ya Tirkiyê dema ku dixwestin xwe bighînin Yonanistanê xeniqî ne.