Barzanî bi helkefta jidayîkbûna pêxemberê Islamê beyamek belav kir

Di peyama de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhan, Iraq û bi taybet misilmanên Kurdistanê dike.

K24-Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê peyamek bi helkefta jidayikbûna Pêxember "Mihemed Silavên Xwedê lê be" belav kiriye, tê de Barzanî hêvî kiriye ku, ev helkeft bibe boneyek ji bo belavkirina hezkirin û aştiyê, li dijî terorê û terorêstên  ku bi navê Ola Isalmê kiryarên hovane dikin.

Di peyama de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhan, Iraq û bi taybet misilmanên Kurdistanê dike.

herwiha Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe ya pîrozbahiyê de wiha got: “Hêvîdar im ev helkefta pîroz bibe handerekî din bo çespandina hemû hêviyên bilind yên ola pîroz ya Îslamê li dadwerî, lêborînê, pêkvejiyan û ji hevdu hezkirin û rêz li hevdu girtin, riswayî jî ji bo terorîstan û dijminên mirovayetiyê bimîne ku bi navê olê dirindetirîn reftarê li dijî mirovayetiyê encam dane û hewla têkdana bingehên pîrozên ola pîroz a Îslam didin.”

Di daxuyaniyê de jî hat, “Hêvî dikim ev helkefta pîroz xêr û xweşiyê ji bo xelkê Kurdistanê û navçeyê bike û dawiyê jî bi zulm û tundrewiyê û dagîrkeriyê bê û welatê me di bexteweriyê de bijî.”

Tê zanîn ku îro hemû muslimanên cîhanê jidayîkbûna pêxember Mustefan silavên xwedê li ser bin pîroz dikin.