Pirsa Kurd bi operasyonan çareser nabe!

Opozîsyona Tirkiyê li dijî operasyonên leşkerî nerazîbûn nişan da û bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan. Hikûmetê jî xwe parast.

K24 – Enqere

Operasyonên li Bakurê Kurdistanê di rojeva serkirdeyan de ye. Opozîsyona Tirkiyê li dijî operasyonên leşkerî nerazîbûn nişan da û bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan. Hikûmetê jî xwe parast.

Şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanên yên ku piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê destpê kirin ji aliyê serokên partiyan ve hat nirxandin. Opozîsyonê destnîşan kir ku hikûmet rojaveyê Tirkiyê dixapîne û parlamento wekî navnîşana cihê çareserkirina pirsa Kurd nîşan da.

Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş jî got ragihandina xweseriyê li dijî dîktatoriyê ye û aştî wekî tekane rê destnîşan kir. “Em banga agirbestê û aştiyê dikin. Ev begana dibêjin em ê  wan daliqînin, em dê serê wan bifirînin. Em vê dirûtiyê qebûl nakin.”

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî jî got ku prosesa çareseriyê ya AKPê ne di sarincê de ye lê di xendekan de ye: “Yên ku digotin çareserî niha ka bêjin, gava ev xendek dihatin kolandin hûn li kîderê bûn.”

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî bajarên Kurdan ên ku operasyon lê hatine kirin şiband bajarên Sûriyê: “Gelo kî ne yên Tirkiye xistin vê rewşê. Divê hesabê vê yekê were pirsîn. Welatiyên li herêmê perîşan bûne.”

Serokwezîr Ahmet Davutoglu jî operasyon parastin û got ku bi vê yekê ew gel û rêxistinê ji hev du cuda dikin: "Em bi baldariyeke wiha tevdigerin ku welatî û terorîstan baş ji hev du derdixin. Wê zirara esnafan û mexdurbûna wan were dayîn."

Partiyên opozîsyonê ji ber operasyonan di metirsiyê de ne û dibêjin ev operasyon gel û dewletê bi temamî ji hev du qût dikin û herwiha di encama operasyonan de zerareke mezin digihe sivîlan û banga çareserkirina pirsê li parlamentoyê dikin.