Artêşa Tirkiyê derbasî Qamişlo jî bû

Duh danê êvarî li ser girê Til Efrît yê nêzîk Dêrikê bicih bibû.

K24- Qamişlo

Hêzek ji artêşa Tirkiyê sînorê Rojavayê Kurdistanê derbasî navçeyeke Qamişlo bû.

Peyamnêrê K24 diyar kir ku, ew hêza Tirkî li navçeya Sêgirka (bakurê Qamişlo) bûye.

Duh êvarî jî, hêzeke Tirkî derbasî gundê Sermsaxê yê ser bi Girkê Legê ve bibû.

Heta niha jî hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistabê ti helwestek derbarê binpêkirina sînor ji aliyê Tirkiyê ve nedane.

Herwiha dema binpêkirina sînor de, Yekîneyên Parastina Ger (YPG) û pêkhateyên din ên leşkerî li Rojavayê Kurdistanê rêgirî li artêşa Tirkiyê nekirin.

Li Sermsaxê jî, hêza Tirkî rêyeke bi dirêjiya yek kîlo metir vekiribû ji bo ku bigihe girê Til Efrîtê, li wê de jî bicih bûne.