Amerîkayê hewl dida li Sûriyê derbeyeke leşkerî bike

Destpêka krîza Sûriyê, Amerîka bi hinek berpirsên hikûmeta Sûriyê re dikeve peywendiyê û amadekariya derbeyeke leşkerî li dijî Serokê Sûriyê Beşar Esed dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Destpêka krîza Sûriyê, Amerîka bi hinek berpirsên hikûmeta Sûriyê re dikeve peywendiyê û amadekariya derbeyeke leşkerî li dijî Serokê Sûriyê Beşar Esed dike.

Li gor Rojnameya “Wall Street” a Amerîkayê ku pişta xwe bi 20 kesan di nav wan de berpirsên payebilind ên Amerîkî hene, hinek ji îstîxbarata Amerîkayê ligel berpirsên leşkerî yên Elewî dikevin peywendiyê û daxwaza derbeyeke lişkerî li dijî Esed dikin, lê wan leşkeran derfet nedîtiye.

Rojnameyê li ser zarê berpirsekî Amerîkî ku navê wî diyar nekiriye, wiha nivîsiye: “Siyaseta Koşka Spî derbarê Sûriyê de, ji destpêka sala 2011an ve, hewl dida ku bi rêya veguhastineke siyasî derbeyekê li dijî Esed bike, lê îdareya Obama di sala 2012an dest ji vê bijardeyê de berda û berê xwe da piştgiriya opozîsyona Sûriyê.”

Li gor rojnameyê, derbarê vê mijarê de peywendî di navbera Rûsya û Îranê de jî hebûn, herwiha ji bo rawestandina bikaranîna çekên kîmyayî jî.

Şoreşa Sûriyê derbasî sala xwe ya pêncan dibe, lê Esed heta niha li ser desthilatê ye, derheqa çarenivîsa wî de jî gelek nakokî di navbera welatên mezin hene.