Rûsyayê bîlonçoya operasyonên li Sûriyê eşkere dike

Ji destpêka êrîşên Rûsyê li Sûriyê, hêzên ezmanî yên Rûsyayê 5 hezar û 240 derketinên ezmanî encam dane.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Ji destpêka êrîşên Rûsyayê li Sûriyê, hêzên esmanî yên Rûsyayê 5 hezar û 240 derketinên esmanî encam dane.

Berdevkê Serokerkana hêzên leşkerî yê Rûsyayê, Sergey Rodskov, îro ragehand ku, ji 30ê Îlona borî ve firokeyên wan ên leşkerî 5 hezar û 240 derketinên ezmanî li dijî grûpên  terorîst li Sûriyê encam dane. 

Li gor Wezareta Bergîrî ya Rûsyayê jî, êrîşê esmanî yên wî welatî bi tevahî li binghên DAIŞê û xalên hebûna wan hatine encamdan.

Berovajî vê yekê jî, aliyên opozsyona Sûriyê dibêjn ku tenê 5 ji sedî ji van êrîşên wan li dijî DAIŞê ne û yên din li dijî sivîl û hêzên opozsyona Sûriyê têne kirin.

Di 30ê Îlonê de Rûsyayê dest bi opoerasyonên xwe yên li Sûriyê kir, ev yeke jî bû cihê nerazîbûna welatên Rojava û Amerîkayê.

Beriya çend rojan jî, Rêxistina Lêborîna Navdewletî (AMNESTY) êrîşên Rûsyayê li Sûriyê bi “tawanên cengê” binav kiribû.