"Partiyên siyasî ji aştiyê zêdetir berjewendiyên xwe dan pêş"

Ligor lêkolîner Veysel Ayhan bingeha proseya aştiyê baş nehatibû avakirin û herwiha di wê proseyê de partiyên siyasî ji aştiyê zêdetir berjewendiyên xwe parastin.

K24 - Enqere

Bûyerên li Bakurê Kurdistanê berdewam in û alozî roj bi roj mezintir dibe. Heta niha ne ji aliyê dewleta Tirk û ne ji aliyê PKKê ve tu pêngavek paş de nehatiye avêtin û her du alî li ser helwêsta xwe pêdagir in. Rewş ber bi ku ve diçe pispor vê mijarê dinirxînin.

Alozî û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê ranawestin. Ji destpêka bûyeran heta niha nêzikê hezar kesan canê xwe ji dest dane û çend hezar kesan jî bajarên xwe bicîh hiştin.

Bûyer çawa wiha xurtbûn û çawa gihiştin vê astê? Ligor lêkolîner Veysel Ayhan bingeha proseya aştiyê baş nehatibû avakirin û herwiha di wê proseyê de partiyên siyasî ji aştiyê zêdetir berjewendiyên xwe parastin û di encam de jî rewşa ku niha heye derket holê.

Veysel Ayhan wiha dibêje: “Eger em îro bêjin ka çi bû prosesa aştî, yanî; girtin, kuştin, diyar e tiştek nebû. Yanî tê wê wateyê ku ew ne bi tevahî listik bûn, ligor listikên xwe jî gotin em hev dû nekujin, lê hemû kesî siyaseta xwe kir, meşandin.”

Li herêmê ev demeke xweserî tê ragihandin ji aliyê dewletê jî bersivek tûnd tê dayîn û li hemberî hêza dewletê jî xendek tên kolandin. Ev helwesta PKKê ji aliyê tevgerên şoreşger ve jî tê rexnekirin, û herwiha wek sedema xurtbûna pevçûnan tê nîşan dan.

Mexdûrê Derbeya 12ê îlonê Kamber Ateş xendekan di çarçoveya têkoşîna şoreşgerî de rast dibîne: “Ma li Mereşê xendek hebûn? Li Roboskiyê xendek hebûn? Eger dewlet bixwaze zerarê bide te, dikare hincetekê peyda bike. Yên xendekan rexne dikin bi devê dewletê diaxifin. Xelk çi bike? Li komkujiyê temaşe bike?”

Piştî demeke dirêj, roja çarşemê hikûmet û HDP di çarçoveya guhertina destûrê de wê hevdîtinekê pêk bînin, lê belê tê gotin ku yekem rojev wê bibe aloziya li Bakurê Kurdistanê. Di hevdîtinê de wê çi bê axaftin? Û civîn wê encamên çawa derxîne holê? Di rojên pêş de evna dê diyar bibe.