Rumadî: Şer di xala dawî ya DAIŞê de birêve diçe

Bi azadkirina wê xalê. dê Artêşa Iraqê tevaya Rumadî kontrol bike.

K24- Navenda Nûçeyan

Li bajarê Rumadiyê hêzên Iraqî derbasî navçeya dawî ya di dest çekdarên DAIŞê de bûne, şer û pevçûnên giran jî birêve diçin.

Berdevkê Serkiardayetiya Operasyonên Hevbeş, Yehiya Resûl ji Reutersê re diyar kir ku, şeva borî hêzên ewlekariyê derbasî taxa el-Hewz bû û niha tenê 800 metir di navbera wan û komelgeha hikûmî de maye.

Yehiya Resûl diyar kir ku, tenê komelgeha hikûmî di bin dest çekdarên DAIŞê de maye.

Rumadî û navenda parêzgeha Enbarê ye û tenê 2 demjimêran ji aliyê rojva ve ji Bexdayê dûr e, di Gulana borî de ket destê DAIŞê de.

Fermandeyê Beşa Nehiştina Terorê, Samî Aridî jî diyar kir ku, pêşdeçûna wan gelek hêdî hêdî ye, ji ber ku çekdarên DAIŞê her tişt bombe û mayîn kirine.

Aridî diyar kir jî ku, praniya welatiyên sivîl ên li taxa Hewz xwe li nexweşxaneyê girtine, ji ber ku dizanin ku Artêşa Iraqê wê avahiyê armanc nake.

Di vê operasyona bi piştgiriya esmanî ya firokeyên hevpeymaniya navdewletî birêve diçe. Standina Rumadî jî dê bibe serkeftineke mezin ya Iraqê bi ser DAIŞê de.