"Tiştek di Sirûda Ey Reqîb de nîne ku ligel olê nakok be"
K24 – Hewlêr
Nivîskar û lêkolînerê ware fikra Îslamî Ebdulrehman Sedîq, behsa teksta şiîra Sirûda Neteweyî ya Kurd Ey Reqîb kir û tekez kir ku tu nakokiya teksta şiîrê ligel ola Îslamê nîne.
Di teksta Sirûda Ey Reqîb de beşek heye ku tê gotin; Dînman û ayînman her niştiman-Dînê me û ola me her niştiman, lewra ji aliyê hinek partiyên Îslamî ve dîhat îdîakirin ku dijî ola Îslamê hatiye nivîsîn û divê bê guhertin. Daxwiyaniya Lêkolînerê Hizra Îslamî jî di dema niha de wek bersivekê bo wan partiyan tê nirxandin.