Serdana Barzanî bo Tirkiyê bi erênî tê nirxandin

Piştî serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya bo Tirkiyê, ji Herêma Kurdistanê serdana duyemîn, ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî ve pêk hat. Pêşveçûna têkiliyên di navbera her du paytextan de bal dikşîne û her wisa rewş ji aliyê siyasetmedarên Kurd ve jî wek erênî tê nirxandin.

K24 – Enqere

Parlamenterê HDPê Dengir Mir Mehmet Fırat di vê derbarê de ji K24ê re axivî: "Piştî hatina Serok Barzanî ev civîna duyemîn li gor min zor giring û balkêş e. xurtbûna têkiliyên Kurdistanê û Tirkiyê divê baş bibin, ji ber ku her du dewlet cînarên hev in. Hêvî dikim hevdîtin ji bo rewşa Bakurê Kurdistanê jî bibe çareserî."

Hat ragihandin ku Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji Nêçîrvan Barzanî re tekezî li ser wê yekê kiriye ku Herêma Kurdistanê ji Tirkiyê re girîng e. Lewma ew hewl didin ku têkiliyên dostane yên di navbera her du aliyan de bihêztir bibin.

Akademisyen Veysel Ayhan dibêje hevdîtin ji siyaseta Bakûr zêdetir bandorê wê li ser herêma Rojhilatanavîn bike.

Ayhan wiha ji K24ê re anî ziman: “Di rojhilata navîn de îro meseleyên siyasî û leşkerî pêşve çûne, ji ber vê jî hevdîtin girîng e. tenê em dikarin bêjin ev hevdîtin ji bo Başûrê Kurdistanê girîng  e, ji bo Iraqê re girîng e.”

Hat zanîn ku di civînan de, di têkoşîna li dijî DAİŞê de Enqerê piştevaniya xwe bo Hewlerê ragihandiye. Her wisa biryar hatiye dayîn ku her du alî zêdetir giringiyê bidin aborî û bazirganiyên di navbera xwe de.