Serdana Nêçîrvan Barzanî erênî tê nirxandin

Parlamenterê HDPê Dengir Mir Mehmet Fırat diyar kir ku xurtbûna têkiliyên Kurdistan û Tirkiyê divê baş bibin ji ber her dû dewlet cîranên hev in.

K24 - Enqere

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên dîplomatîk de ligel Serokkomar û Serokwezîrê Tirkiyê civiya.

Di dawiya civînan de herdu aliyan tekez li ser wê yekê kirin ku Hewlêr û Enqere li ser hevdîtin û gotûbêjên xwe dê berdewam bin. Parlamenter û akademisyen peywendiyên navbera herdu aliyan dinirxînin.

Piştî serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya bo Tirkiyê, ji Herêma Kurdistanê serdana dûyemîn, ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî ve pêk hat. Pêşveçûna têkiliyên di navbera her dû paytextan de bale dikşîne û herwiha rewş ji aliyê siyasetmedarên Kurd ve jî wek erênî tê nirxandin

Derbarê serdanê de Parlamenterê HDPê Dengir Mir Mehmet Fırat wiha axifî: “Piştî hatina Serok Barzanî ev civîna dûyemîn ligor min zor giring û balkêş e. Xurtbûna têkiliyên Kurdistanê û Tirkiyê divê baş bibin ji ber ku her dû dewlet cîranên hev in. Hêvî dikim hevdîtin ji bo rewşa Bakurê Kurdistanê jî bibe çareserî.”

Hat ragihandin ku Recep Tayyip Erdogan ji Nêçirvan Barzanî re tekez li ser wê yekê kiriye ku Herêma Kurdistanê ji Tirkiyê re girîng e. Lewma ew hewl didin ku têkiliyên dostane yên di navbera her dû aliyan de bihêztir bibin.

Akademisyen Veysel Ayhan dibêje hevdîtin ji siyaseta Bakur zêdetir bandorê wê li ser herêma Rojhilata Navîn bike: “Di Rojhilata Navîn de îro meseleyên siyasî û leşkeri pêşve çûne, ji ber vê jî hevdîtin girîng e. Lê em dikarin bêjin ev hevdîtin ji bo başûrê girîng e, ji bo Iraqê girîng e.”

Hat zanîn ku di civînan de ji bo têkoşîna dijî DAİŞê Enqerê piştevaniya xwe bo Hewlerê ragihandiye. Herwiha biryar hatiye dayîn ku her dû alî zêdetir giringiyê bidin aborî û bazirganiya di navbera xwe de.