Girseya aştiyê ji Enqere bo Diyarbekirê diçe

Digel xurtbûna pevçûnên li Bakurê Kurdistanê, welatiyên li Rojavayê Tirkiyê dijîn jî xwestin nerazbûna xwe nîşan bidin û herwiha biryar dan ku meşekê ji Muglayê bo Diyarbekîrê pêk bînin.

K24 – Enqere

Digel xurtbûna pevçûnên li Bakurê Kurdistanê, welatiyên li Rojavayê Tirkiyê dijîn jî xwestin nerazbûna xwe nîşan bidin û herwiha biryar dan ku meşekê ji Muglayê bo Diyarbekîrê pêk bînin.

Xwepêşanderên liqada Kızılayê kom bûn ber bi parlamentoyê meşiyan û bangî parlamenteran kirin ku di zûtirin dem de ji bo rawestandina pevçûnan bikevin dewrê.

Lêkolîne Fatin Kanat ji K24ê re axivî û got: "Ez ji Enqerê tevlî meşe dibim, emê bi hev re biçin diyarbekirê ku birayên me yên li wir xwe bi tenê his nekin, em dixwazin dawî li pevçûnan were, êdî aştî, aştî."

Xwepêşander piştî daxuyaniya li ber parlamentoyê li otobûsan siwar bûn ku biçe li Rihayê û ji wir derbasî qonaxa xwe a dawî Diyarbekirê bibin. Aştixwazan dan zanîn ku  ewên li wir ligel rayedarên KCDê bicîvin û serdana goristanê Tahir Elçî bikin.