Panoramaya bûyerên Rojhilatê Kurdistanê 2015

Sala 2015ê li Rojhilatê Kurdistanê çendîn bûyerên cor bi cor çêbûne. Ji wan jî danûstandinên navbera partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.

K24 – Mehabad

Sala 2015ê li Rojhilatê Kurdistanê çendîn bûyerên cor bi cor çêbûne. Ji wan danûstandinên navbera partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê û desthilata Îranê û mirina Ferînaz Xusrewanî ku bû sedema gelek nerazîbûnan.

Danûstandin

Destpêka sala 2015ê Parêzgarê Sine Ebdulmihemmed Zahîdeyî di civîneke çapemeniyê de ragihand haya wî ji danûstandinên navbera berpirsên Komara Îslamî ya Îranê û partiyên Rojhilatê Kurdistanê heye. Evna jî piştî axaftina Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê Xalid Ezîzî hat ku eşkere kiribû li Hewlêrê ligel aliyê Îranî rûniştine, lê belê negehiştine encamekê.

Dana Xelata Aştiyê

Di meha Sibata 2015an de, Xelata Azadiya Raderbirînê pêşkêşî herdu rojnamevan Mesûd û Xesrew Kurdperwer hat kirin ku rêveberên Ajansa MukriyanNews bûn û nûçeyên binpêkirina mafên mirov li Rojhilatê Kurdistanê belav dikirin û cezayê 6 sal girtîgeh li wan hatibû birîn. Piştre di Kanûna Yekem a sala 2015ê de mesûd Kurdpûr hat azadkirin.

Mirina Ferînaz Xusrewanî

Di 3ê Gulana 2015ê de, Ferînaz Xusrewanî bi awayekî cihê gumanê li otêla Tara ya bajarê Mehabadê cane xwe ji dest da. Li gor welatiyên Mehabadê, xwediyê otêlê yek ji karbidestên Komara Îslamî bû û xwestiye destdirêjiya Ferînaz bike. Loma xwepêşandaneke berfireh dest pê kir. Xwepêşandan li bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê jî belav bûn û di encam de kesekî jî cane xwe ji dest da.

Vegera ser sînor

Roja 24ê Gulana 2015an, li Kêleşînê di navbera gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê û hejmarek Pêşmergeyên Partiya Demikrat a Kurdistanê-Îran de şer û alozî derket, di encamp de Pêşmergeyekî PDK-Î cane xwe ji dest da. Piştre herdu aliyan dest bi gotûbêjê kirin û PKKê amadebûna xwe pêşan da ku bi danûstandinan pirsê çareser bikin. Ev buyer piştî wê yekê hat ku herdu Partiyên Demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê berê xwe dabûn navçeyên Rojhilatê Kurdistanê.

Koça dawî ya Ehmed Qazî

Meha Gulana 2015ê, nivîskar û siyasetmedarê Kurd Ehmed Qazî li nexweşxaneyeke Tehranê koça dawî kir. Piştî mirina Hêmin Mukriyanî, Ehmed Qazî yek ji wan kesayetiyên xwiya yên rêveberiya govara Sirwe bû li Urmiyê û bandoreke wî ya zêde li ser edebiyat û rewşenbîrên Kurd hebû.

Xwepêşandana dijî IRNA

Meha Kanûna Yekem a 2015ê, çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê kampanyayeke nerazîbûnê li dijî raporteke malpera ajansa fermî ya Îranê (IRNA) dan destpêkirin. IRNAyê nûçeyek derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê de belav kiribû û wiha hatibû nivîsîn; "Zilamê şerwal kurt ê Bakurê Iraqê", vêna jî wiha kirk u malper wê nivîsê ji malpera xwe derxe û hincetan bo şaşiya xwe bibîne.