Şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê berdewam in

Li navçeya Cizîr û Sûrê du teqîn çê bûn. Sivîlek û Polîsekî canê xwe ji dest dan û 3 polîs jî birîndar bûn. Ji hêla din ve Hevserokên HDPê Selaheddîn Demîrtaş û FîgenYuksekdag îro bi hejmarek parlementer û xelk ve li Şernexê xwepêşandanekê protestoyê dikin.

K24 – Diyarbekir

Li navçeya Sûrê şeva borî demjimêr li derdora 03.00 teqîneke mezin çê bû. Derheqê encama teqînê de agahiyên zelel hê jî diyar nebûne, lê çavkaniyên nêzîkî PKKê dibêjin hejmarek polîsên tevgera taybet canê xwe ji dest dane. Parêzgeriya Amedê vê yekê red dike.

Ji hêla din ve li herdu navçeyên Şirnexê; Cizîr û Silopiyê  alozî berdewame. Piraniya xelkê navçeyan malên xwe bicîhiştin.

Duh jî bi hezaran kes bi pêşengiya DBP, HDP, KCD û KJAyê xwestibûn ku ji ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ber bi Sûrê ve bimeşin lê polîsan destûra wan nedan û bi ava şidyayî û  gaza rondikrêj êrîşî girseyê kir. Di êrişê de gelek kes birîndar bûn, herî kêm 10 kes jî hatin binçavkirin.