23 hevşaredarên Bakurê Kurdistanê di girtîgehê de ne

Li Bakurê Kurdistanê, di sala 2015'an de 23 hevserokên şaredariyê ji karê xwe hatin dûrxistin. 16 hevserokên şaredariyê jî hê di girtîgehê de ne. Ji meha Tebaxê heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li 11 bajaran û li 24 navçeyan bi tevahî der barê 36 hevşaredarên partiya herêmên demokratîk de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

K24 – Stenbol

Li Bakurê Kurdistanê, di sala 2015'an de 23 hevserokên şaredariyê ji karê xwe hatin dûrxistin. 16 hevserokên şaredariyê jî hê di girtîgehê de ne.

Ji meha Tebaxê heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li 11 bajaran û li 24 navçeyan bi tevahî der barê 36 hevşaredarên partiya herêmên demokratîk de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li aliyekî guhertina qanûnên derheqê bajarên mezin û şaredaran û hinek rayeyên herêmî bo navendê bên veguhestin tên nîqaşkirin, li aliyekî jî 17 hevşaredaran bi daxwaza cezayê heta hetayê tên darizandin. 16 hevşaredar di girtîgehê de sala nû derbas dikin.

Her wiha derbarê 33 endamên meclîsê yên şaredariyê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. 16 endamên meclîsê yên şaredariyê û 2 hevserokên meclîsa giştî yên bajêr jî hatine girtin.

Li gor lîsteya Partiya Herêmên Demokratîk, ji 36 hevşaredarên bajarên wek Diyarbekir, Êlih, Erzirom, Colemêrg, Îdir, Mêrdîn, Mersîn, Sêrt, Şirnex û Wanê 16 hevşaredaran hêj di girtîgehê de ne. Li 17 şaredariyê, 23 hevşaredaran ji karê xwe hatine dûrxistin. Derbarê 6 hevşaredaran de jî biryara lêgerînê hatiye dayîn.

Hevşaredarên ku hatine girtin û ceza xwarine bi hincetên xirakirina yekitiya dewletê û ketina herêmên ewlekariyê tên tawanbarkirin.