Li Bakurê Kurdistanê civîneke berfereh tê kirin

Serokê Giştî yê PAKê diyar kir ku, ew dê ligel hikûmeta Tirkiyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hin aliyên derve bicivin.

K24- Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê partiyên siyasî ji bo rêgirtin li şer, alozî û operasyonên ku ev demek dirêj e li hinek bajar û deveran didome, dest bi xebatêke hevpar dikin.

Peyamnêrê K24 li Diyarbekirê diyar kir ku, roja 6ê mehê wê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), PDK-Bakur, Partiya Demokrasiya Beşdar (KADEP), Partiya Kurdistanî (PAKURD), Tevgera Azadî û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) dê li ser rewşa Bakurê Kurdistanê bicivin.

Serokê Giştî yê PAK, Mistefa Ozçelîk di konferansekî rojnamevanî de diyar kir ku, ew dixwazin konferansek berfireh ji bo sekinandina şer û aloziyan pêk bînin û da zanîn jî ku, dê him bi rayedarên Hikûmeta Tirkiyê him jî bi rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevdîtinan bikin.

Biryar e jî Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) û PDK-Tirkiye (PDK-T) di nav xwe de bicivin û paşê biryara xwe bidin ka dê tevlî wê civînê bibin yan na.

Ozçelîk herwiha got ku ji bo sekinandina şer û aloziyên li Bakurê Kurdistanê, dê li derveyî welêt jî bi hinek aliyan re hevdîtinan bikin.