Ghareeb: Siûdiye û Îranê navçe aloztir kirin

Edmond Ghareeb diyar kir ku, dê bandora têkçûna pêwendiyên Tehran û Riyadê li ser pêwendiyên hevalbendên wan hebe.
kurdistan24.net

K24- Navenda Nûçeyan

Piştî têkçûna pêwendiyên di navbera Erebistana Sidûiyê û Îranê de, amajeyên alozbûna rewşa li navçeyê reketin holê, şîrovekarekî Amerîkî jî hişyariyê dide.

Lêkolînerê taybet bo Rojhilata Navîn li zanêngeha Washingtonê, Edmund Ghareeb taybet ji K24ê re diyar kir ku, rewşa li Rojhialtê Navîn aloztir bibe, ligel têkçûna pêwendiyên Riyad û Tehranê.

Piştî darvekirina kesayetiya Şîe, Nimir Baqir Nimir ji aliyê Erebistana Siûdiyê ve, li Îranê êrîş kirine ser balyozxane û konsulxaneya Sidûiyê.

Erebistana Sidûiyê jî wek karvedanekê daxwaz ji balyozê Îranê kir ku, di heyama 48 seatan de ji axa Siûdiyê derkeve.

Her yek ji Behrên û Sûdanê jî, balyozên Îranê ji erda xwe derkirin.

Edmund Ghareeb di vê derbarê de got ku, dê bandora vê pirsê li ser têkçûna pêwendiyên hevalbendên Siûdiyê û Îranê jî hebe.