Li Dirbêsiyê rojnamevanek hat binçavkirin
K24-Navenda Nûçeyan
Sendîkeya Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, binçavkirina rojnamevan Cengîn Elîko ji aliyê grûpeke nenas ve şermezar kir, Rêveberiya xweser jî bi binçavkirin û işkencekirina wî rojnamevanî tûhmeta bar kir.
Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan li Sûriyê(SRKS) daxuyaniyek li ser malpera xwe ya Fermî belav kir, tê de wiha hatibû gotin: "Şevê din Grûpeke nenas rojamevan Cengîn Elîko ji bajarokê Dirbêsiyê binçavkirin û ber bi gundekî bajarokê Serê Kaniyê ve birin, li wir ew işkence kirin, piştî wê jêre gotin ku ew Hêzên Asayîşê ne û li wir bicih hêlan. "
Daxuyaniyê, Rêveberiya Xweser bi revandin û işkencekirina wî rojnamevanî tûhmetbar kir, da Rêvebreiya Xweser û hevalbendên wê di ber girtin û binçavkirina rojnamevan û welatiyên Rojavayê Kurdistanê de berpirsyarin, ji ber ku li wir ew desthilatdarin û parastina erkê wane.
Di dema dawî yê de, rojnamevan li Rojavayê Kurdistanê rastî girtin û binçavkirinê dibin, heta niha jî çend rojnamevan ji aliyê Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ve girtîn e.
Cengîn Elîko peyamnêrê ajansa Yekîtî medya bû.