Jinek ji bajarê Efrînê çar zarok bi hev re anîn

Jinek ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê çar zarokan bi hevre tîne,du keç û du kur, rewşa dayîkê û zarokên wê jî li gor pizîşkan başe.

K24-Efrîn

Jinek ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê çar zarokan bi hevre tîne,du keç û du kur, rewşa dayîkê û zarokên wê jî li gor pizîşkan başe.

Derbarê mijarê de nexweşxaneya Afrîn li ser malpera xwe ya Facebookê daxuyaniyek belav kir, tê de hatibû gotin: "Jinek ji bajarê Efrînê çar zarok bi hev re anîn, du keç û du kur, rewşa denditûstiya dayîkê û her çar zarokên wê jî başe."

Daxuyaniyê da zanîn ku niştegeriya pizîşkî ya jina Efrînî ji aliyê Diktor Mihmed Mamo û arîkariya hevkarê xwe, Elyas, herwiha bi alîkariya Diktora Meyada Ebdilhemîd û çend kesên din ve hat kirin.