Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyê û 2 endamên din can ji dest dan

Di nav şer û aloziyên li Bakurê Kurdistanê de, jin, zarok û gelek kesên sivîl jî dibin armanc.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Di nav şer û aloziyên li Bakurê Kurdistanê de, jin, zarok û gelek kesên sivîl jî dibin armanc. 

Li gor agahiyên ku Kurdistan24ê bidest xistine, şeva borî Rêvebirên Meclîsa Rêvebiriya Partiya Heremên Demokratîk DBPê Pakîze Nayir, Fatma Uyar û Sêvê Demir, di pevçûnên li Taxa Barbaros ya Silopiya Navçeya Şirnexê ku 26 roj e qedexe lê berdewam dike hatine kuştin.

Canezeyê hersê cangoriyan, ji aliyê xizmên wan ve îro hatine rakirin û li nexweşxaneyê nasnameyên wan hatine piştrast kirin.

Herwiha şer û alozî û qedexe li Cizîra Navçeya Şirnexê jî 26 roj e û li 6 taxên Sûr a Navçeya Diyabekirê jî 34 roj e ku berdewam dike. Li wan taxên qedexeye heye, pevçûnên dijwar jî didomin û cangoriyen ku destûr nayê dayîn bên rakirin li kolanan man e. Bi dehan cenaze jî li nexweşxaneyan ji ber destûr nayê dayîn nedefin kirî ne.