Pêşmergeyên jin bo parastina xaka Kurdistanê amade ne
K24 – Dihok
Hejmarek ji Pêşmergeyên jin yên Rojavayê Kurdistanê mil bi mil li aliyê hêza Pêşmerge li bendava Mûsilê dimînin û xaka Kurdistanê diparêzin.
Pêşmergeyên jin yên Rojavayê Kurdistanê li bendava Mûsilê her di amadehiyê de ne li beramberî DAIŞê û dibêjin ku bergîrî li xaka Kurdistanê erkê hemûyan e.
Pêşmergeyekê ji K24ê re got: “Em amade ne bo xaka xwe ji destên qirêj biparêzin, herwiha em bo çar perçeyên Kurdistanê jî amade ne. em çi keç û çi xort em amade ne xaka Kurdistanê biparêzin.”
Herwiha Pêşmergeyên jin dibêjin jî, ti cudawazî di navbera Pêşmergeyên mêr û jin de nîne di rûbirûbûna DAIŞê de.
Pêşmergeyeke din jî ji K24ê re got: “Şêr Şêr e, çi jin e çi mêr e. em ti carî xwe li pêş DAIŞê jî jar û lawaz nabînin.”
Leşkerê Roj ku ser bi Fermandariya Zêravanî ve ye, hejmarek keçên çeleng û çav netirs di çeperên şer de dijî DAIŞê dimînin.