Alîkarî gehişte bajarokê Madayê

Rewangehê da zanîn ku ew proseya alîkariyan bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Heyva Sor a Navdewletî bûye. Ji aliyê xwe ve ajansa Sûriyê ya fermî tekez kir ku alîkarî dê îro derbasî wan bajarokan bibe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku 70 barhilgirên alîkariyên mirovî, ji Şamê ber bi bajarokên Madaya, Kifreya û Fûa yên ser bi parêzgeha Idlibê ve çûn.

Derbarê mijarê de Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan daxuyaniyek belav kir. Di daxwiyaniyê de wiha tê gotin: "Îro danê sibehê 70 barhilgirên alîkariyên mirovî û pizîşkî, ji Şamê ber bi her yek ji bajarokê Madaya, ku ji aliyê rejîma Sûriyê ve dorpêçkirî bû, Kefriyê û Fûa ku ji aliyê opozîsyonê ve, dorpêçkirîbûn bi rê ketin."