YPGê bersiva êrîşên Cephet El-Nûsrayê da

Li gor daxwiyaniyê, di encama wê êrîşê de çekdarekî El-Nûsrayê hat kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn, herwiha otomobîleke leşkerî jî hat jinavbirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, ku di encama şer û pevçûnên navbera wan û Cephet El-Nûsrayê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê de, çekdarekî El-Nûsrayê hatiye kuştin û çend kesên din jî birîndar bûne.

Derbarê mijarê de navenda ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Çeteyên Cephet El-Nûsrayê bi çekên giran û roketên hawanan, şevê din êrîşî taxa Şêxmeqsûd kirin, lê hêza me bi dijwarî bersiva wan da."

Li gor daxwiyaniyê, di encama wê êrîşê de çekdarekî El-Nûsrayê hat kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn, herwiha otomobîleke leşkerî jî hat jinavbirin.

Taxa Şêxmeqsûd piraniya xelkên wê Kurd in, ser bi parêzgeha Helebê ye û di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG)ê de ye.