Li Wanê zarok bi dar û tepikan diçin dibistanê

Li gundê Kacît ê qezaya Şaxê ya Wanê xwendekar bi êzing û tepikan diçin dibistanê. Mamosteyê dibistanê jî dibêje, li gund carna germahiya hewayê dadikeve 20 derece jêr sifirê.
kurdistan24.net

K24 – Wan

Li gundê Kacît ê ser bi qezaya Şaxê ya Wanê xwendekar bi êzing û tepikan diçin dibistanê. Mamosteyê dibistanê Hakîm Tomay jî dibêje ku li gund car car germahiya hewayê dadikeve 20 derece jêr sifirê û dar û tepikên ku xwendekar tînin ligel komirê bikar tînin daku xwe germ bikin.

Xwendekarên gundê Kacît ku 110 kîlometreyan ji Wanê û 20 kîlometreyan ji qezaya Şaxê dûr e û li ser girê Akcût û dikeve quntara Çiyayê Beşgoz, ligel hemû zexmetî û astengiyan dîsan hewl didin ku perwerdeya xwe bibînin.

Li Dibistana Seretayî ya Şaxê ku 6 mamosteyên wê hene, 130 xwendekar perwerdeyê dibînin. Xwendekar di vê zivistana dijwar de ku yek metir berf heye bi êzing û tepikan diçin dibistanê û mamoste jî dibêjin ku şert û mercên dijwar ên zivistanê xwendekar bêzar kirine.

Mamosteyê Pol Hakîm Tomay da zanîn ku germahiya hewayê car car 20 dereceyan dadikeve jêr sifirê û komira ku Saziya perwerdeya Millî ji wan re şandiye kêm bûye û dar û tepikên ku xwendekar jî tînin li enişkeke sinif kom dikin.

Tomay got: "Qeymeqamiya qezayê û Rêveberiya Perwerdeya Millî her sal komirê ji me re dişînin. Lê îsal berf gelekî bariya. Keş û hewa jî gelekî sar e. Loma komira me li gor salên din zû xelas bû. Me jî bo zarok nexweş nekevin daxwazeke wiha ji wan kir. Xwendekar jî her sib edema tên dibistanê dar û tepikan ligel xwe tînin. Em jî wek mamoste polan wiha germ dikin. Herwiha em dixwazin ku welatiyên xêrxwaz di ware kirtasiyê de bibin hevkar. Eger alîkariya cil û berg û kirtasiyê bo xwendekarên me were kirin em dê gelekî kêfxweş bibin."

Xwendekara Pola Duyemîn Zozan Gorgulu jî da zanîn ku her sibeh dema diçe dibistanê darek an jî yek du tepikan ligel xwe dibe û wiha axifî: "Polên me gelekî sar in, ji bo em germ bibin dar û tepikan ligel xwe tînin û mamosteyên me jî sobeyan pêdixin."