Piştî pevçûnan xelkê Silopiyê birînên xwe derman dikin

Li navçeya Silopî ya Şirnexê qedexeya derketina derve û pevçûnên di navbera çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hêzên ewlekariya dewleta Tirk de tam 35 rojan berdewam kirin.
kurdistan24.net

K24 – Silopî

Li navçeya Silopî ya Şirnexê qedexeya derketina derve û pevçûnên di navbera çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hêzên ewlekariya dewleta Tirk de tam 35 rojan berdewam kirin, di pevçûnan de herî kêm 30 kesên sivîl canê xwe ji dest dan, cenazeyên hinek kesan hê jî xûya nakin, şîniyên kesên ku canê xwe ji dest dane hê jî nehatine danîn.

Bi sedan xanî rastî ziyaniyeke mezin hatin, bi sedan ajal telef bûn. Niha tenê ji 5ê sibehê heta 6ê êvarê qedexe tê rakirin. Peyamnêrê Kurdistan24-ê Hesen Kako û Kameravan Hakan Erkiran li navçeyê; li ser şopa pevçûnan geriyan û rewşa dawî ya xelk û bajêr ragihandin.

Ev xopana xaniyê Mehmîd Mitlin e. Ew û 10 zarokên xwe beriya mehekê jî bi awayekî bextewar di vî xaniyê du qat de dijîyan. Lê niha xanî kavil bûye, tiştên tê de bûne xwelî. Sarya Mitlin kebanîya malê ye, dayîka 10 zarokan e. Hêstirên çavên wê ji halê wê re dirijin. Qîza malê ji gurçîla xwe nexweş e, jora wê ya taybet jî hilweşiya ye.

Ev jî mala hemwelatiyeke bi navê Emerê Eskender e. Dema ku top li xanî dikeve ew û zarokên xwe di hûndirê malê de bûn. Lê neçarî bicîhiştina xanî dimînin û koçî taxeke din biewleh dikin. Dema ku qedexe bi roj radibe ew mala xwe di vê rewşê de dibînin.

Hinek xanî rasterast ji guleyan re bûne armanc, lê hinek xanî jî di dema teqandina teqemeniyên vedayî de bi temamî hilweşiyan e.  Nisrîn û zarokên xwe ji ber pevçûnên li Rojavayê Kurdistanê mala xwe li Qamişlo bicîhiştine û hatine Silopiyê. Lê careke din xaniyê wê hilweşiya ye.

Di rojên ewil yên qedexe û pevçûnan de hinek kes ji malên xwe neçûn û  ajalên xwe alif didan. Lê ji ber ku pevçûn dijwar bûn  ajalên xwe di govan de hiştin û reviyan. Bi sedan mîh, bizin û çêlek yan ji birça yan jî bi guleyan telef bûn.

Ev xaniyê Emer Şaki ye. Bi salan xebitiye heta ku malake wiha bo xwe û zarokên xwe ava bike. Hemû zarokên xwe dane xwendin. Lê di pevçûnan de pirtûk, defter û qelemên xwendevanan jî bi hemû alavên din ve bûne xwelî.

Kevirên li kolanan rabûne û li cihê wan bostek herî bilind bûye. Boriyên avê li gelek taxan teqiyan e û av bo bi sedan mal naçe. Xelk bi bîdon û erebokên destan ji dibîstanan avê dikşînin malê.

Avahiya Serokatiya Navçeyê ya Partiya Herêman a Demokratik (DBP) û cihê ku ji bo xelkê Rojavayî alikarî lê dihat berhevkirin jî hatin şewitandin. Parlementerên Şirnexê yên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi hejmareke xelk re li ser cihên bûyeran lêgerîn kirin.

Zirar û ziyana navçeyê hêdî hêdî tê tesbîtkirin. Têlên ceyran û boriyên avê tene nûkirin. Piştî 35 rojên qedexe xelk diherike derve, ji banke û dikanan pêdiviyên xwe temîn dikin. Piştî mehekê bi hezaran barhilgir ji Silopî derbasî Zaxo û Başûrê Kurdistanê dibin. Wesayîtên leşkerî yên zirxpoş di nava kuçe û kolanên bajêr de digerin. Silopî ji 6 navçeyên Şirnexê yek e. Nifûsa wê derdora 120 hezaran e. Xelkê wê debara xwe bi bazirganiya sînor, çandinî û ajalvaniyê dike.