Ubeydî: Birayên me yên Kurdistanê dê alîkariya me bikin

Bajarê Mûsilê li gor nifûsa xwe duyemîn bajarê herî mezin ê Iraqê ye ku digihe 2 milyon kesan, ji Hezîrana 2014an ve ji aliyê DAIŞê ve hatiye dagîrkirin

K24 - Bexda

Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Xalid Ubeydî ragihand ku biryara rizgarkirina bajarê Mûsilê hatiye standin û got ku birayên wan li Herêma Kurdistanê jî di vê proseyê de, dê alîkariya wan bikin.

Derbarê proseya rizgarkirina bajarê Mûsilê û alîkariya Herêma Kurdistanê de Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Xalid Ubeydî ji rojnameya Şerq El-Ewset re got ku derbarê proseya rizgarkirina Mûsilê de hemû amadekariyek hatiye kirin.

Ubeydî da zanîn ku navçeyên piraniya wan welatiyên sivîlin dê li ber çav bê wergirtin û wiha axifî: "Di proseyê de birayên me li Herêma Kurdistanê jî dê bi me re alîkar bin, em naxwazin tevlî porseyê bibin û biser nekevin, ji ber wê yekê hemû amadekarî hatine kirin, tenê dema destpêkirina wê maye."

Bajarê Mûsilê li gor nifûsa xwe duyemîn bajarê herî mezin ê Iraqê ye ku digihe 2 milyon kesan, ji Hezîrana 2014an ve ji aliyê DAIŞê ve hatiye dagîrkirin.