Welatiyên Minbicê koçberî navçeyên aram dibin

Bajarokê Minbicê piraniya nişteciyên wê Kurd û Ereb in û di bin kontrola DAIŞê de ye.

K24 - Minbic

Ji ber opersyonên Rûsyayê yên ser bajarokê Minbicê, ku dibin kontrola DAIŞê de ye, bi hezaran welatiyên Kurd û Ereb ji wî bajarokî koçberî deverên aram dibin.

Piştî operasyonên Rûsyayê bo ser bajarokê Minbicê û kuştina bi dehan kesên sivîl,  welatiyên wî bajarokî niçarbûn koçber bibin û ber bi navçeyên aram ve biçin.

Çalakvanên sivîl ên wê deverê ragihandin ku piştî koçkirina sedan malbatên Kurd û Ereb, rêxistina DAIŞê duh biryar da ku nehêle yek welatî ji bajarokê Minbice bireve.

Peyamnêrê K24ê yê Kobanê li ser zarê wan welatiyên ku ji bajarokê Minbicê reviyane tekez kir ku, DAIŞê bi tohmeta alîgiriya YPGê dest bi girtina Kurd û Ereban kiriye, herwiha çekdarên xwe yên biyanî ber bi Reqayê ve birine û tenê çekdarên xwe yên ji navçeyê li bajarokê Minbicê hiştine.

Bajarokê Minbicê piraniya nişteciyên wê Kurd û Ereb in û di bin kontrola DAIŞê de ye.