De Mistura, Hevserokê PYDê vexwende Cenêvê

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê taybet bi Sûriyê dê ligel hemû aliyên opozîsyonê bicive.

K24- Navenda Nûçeyan

Biryar e di 29ê vê mehê de, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê taybet li Sûriyê ligel aliyên opozîsyona Sûriyê bicive, Salih Mislim jî hatiye vexwendin.

Çavkeniyeke ragihand ku Nûnerê NY, Staffan De Mistura bi rêya telefonê gihiştiye Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, ji bo pilansazî û pêşveçûna civînê ew vexwendiye Cenêvê.

Derbarê mijara civînê de jî, De Mistura diyar kir ku wê li ser agirbest û têkbirina DAIŞê rawestin. Dê sibe jî hemû alî bo civîna Cenê-3 werin vexwendin.

Hevserokê PYDê Salih Muslim ku Tirkiye nedixwest beşadrî civîna li Cenêvê bibe îro li ser vexwendina Staffan De Mistura ji bo pilansaziya civînê çû Cenêvê.

Çavkaniyan ragihandin ku berdevkê De Mistura duh ji Salih Muslim re gotiye ku “Navê xwe vekêşe. Wê demê dibe ku pirskirêk were çareserkirin.’” Li ser vê yekê Salih Muslim jî jî wî berdevkî re gotiye: “Min “merceke wekê ‘ bi tekez ez ê werim' diyar nekiriye. Ji bo berşarbûnê kî şert danîbe holê bila ew neyê.”

Çavkaniyê ragihand jî ku guvaşên Tirkiyeyê hê jî berdewam dikin û wiha pêde çû: “Piştî ku gazî Cenêvê kir (Salih Muslim) êdî egereke din ne mimkun e. Lê dîsa jî heta dawetiyeya fermî sibê neyê şandin kes nikare tişteke tekez ne bêje.”

 

Çavkanî: Ajansa Sputnik