Erebên Mexmûrê bersiva rapora Rêxistina Efûyê dan

Erebên derdora Mexmûrê dan zanîn ku bi rêya medyayê agahdarî rapora Rêxistina Efûyê ya Navdewletî (Amnesty International) a derbarê Erebên Kurdistanê de bûne û tekez kirin ku ew rapor dûrî rastiyê ye.
kurdistan24.net

K24 – Mexmûr

Erebên derdora Mexmûrê dan zanîn ku bi rêya medyayê agahdarî rapora Rêxistina Efûyê ya Navdewletî (Amnesty International) a derbarê Erebên Kurdistanê de bûne û tekez kirin ku ew rapor dûrî rastiyê ye.

Erebên derdora bajarokê Mexmûrê yê Hewlêrê, di civîneke çapemeniyê de gotin: "Rapora Amnesty International dûrî rastiyê ye, ajandeyek li pişt vê raporê ye, gundên Erebnişîn neçarî koçkirinê nehatine kirin, di heman demê de ew rapor tawan e li dijî Herêma Kurdistanê."

Erebên navçeyê bibîrxistin ku bi sedan sal e ew li vê deverê ligel Kurdan dijîn û wiha axifîn: "Piştî ku Pêşmergeyên ev navçe kontrol kirin, malbatên Ereb bo cihên aram veguhestin ji ber ew dever rojane ji aliyê DAIŞê vet ê roketbaran kirin."

Hefteya borî Amnesty International rapora xwe ya salane belav kir. Di raporê de Pêşmergeyên Kurdistanê bi wê yekê tên tohmetbar kirin ku qaşo xaniyên Ereban dirûxênin û nahêlin vegerin gundên xwe.