Naveroka civîna Barzanî ligel aliyên siyasî

Beşdabûyên civînê piştgirî dan encamdana referandûma serxwebûnê.

K24- Hewlêr

Bi mebesta dîtina çareseriyê ji krîzên siyasî û aborî li Herêma Kurdistanê re, aliyên siyasî û Serokê Herêma Kurdistanê civînek kirin.

Di civînê de, çend biryarên girîng derbarê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê de hatin standin. Barzanî daxwaz ji aliyên siyasî kir ku, çareseriyekê ji hemû krîzan re bibînin, destpêkê jî krîza serokatiyê û xweşkirina jiyana xelkê.

Daxuyaniya ku derbarê civînê de hatiye belavkirin:

Roja Sêşem 26.01.2016 li Selahedîn Serok û Sekreter û Nûnerên Partiyên Siyasî yên Herêma Kurdistanê bi mebesta guhertina bîr û ramanên li ser pirsên niha yên Herêma Kurdistanê û gehîştina bi komdengî û peydakirina çareseriyekê ji bo pirsgirêkan, li gel birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê civiya.

Di civînê de ku birêz Kosret Resûl Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û herwiha Serok û Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn, di destpêkê de Serokê Herêma Kurdistanê gotarek ji bo amadebûyên civînê pêşkêş kir û behsa rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê kir û daxwaz ji amadebûyan kir ku di civînê de bi awayekî berpirsiyarane bîr li çareserkirina rewşê bikin û bi pêwîst zanî ku dûrî muzayedayên siyasî pirsa Serokayetiya Herêmê bê çareser kirin û herwiha tîşk bixin li ser çareserkirina pirsgirêkên xelk û parastina baweriya di navbera xelk û partiyên siyasî de. Serokê Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe jî ji bo hemû pêngavekê ragihand ku bibê sedema dirustbûna bawerî û zelalî û dadperweriyê. Herwiha li dirêjahiya axaftina xwe de bi kurtî di derbarê şerê DAIŞê û referandûm û mafê gelê Kurdistanê ya li diyarkirina çarenûsa xwe, axifî.

Her di vê civînê de amadebûyan bîr û raman û têbînî û pêşniyarên xwe yên di derbarê pirsa Serokayetî û çalakkirina parlementoyê û krîza darayî û referandûmê anîn ziman û rêzdar Serokê Hikûmet û Cîgirê Serokê Hikûmetê pêngavên hikûmetê yên di derbarê rêyên rûbirûbûna krîza aborî û herwiha çaksazî û dahat û xerciyên Hikûmetê ji bo civînê şîrove kirin.

Civîna di navbera Serokê Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê gihîşte van biryar û encaman:

Yekem: Beşdarbûyên civînê pesnê cangorî û qurbanîdana Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li şerê terorîstên DAIŞê kirin, ku di rewşeke dijwar de bi qehremanî bergiriyê li gel û niştîman dikin û bi tevahî piştgiriya xwe ji bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ragihandin, di civînê de bi pêwîst hat zanîn ku hemû aliyên siyasî bi awayekî berpirsane danûstanê ligel bûyer û pêşhatan û rewşa hestiyar ya niha bikin û di asta berpirsiyariya dîroka xwe û baweriya cemawerî de bin.

Duyem: Beşdarbûyên civînê piştgiriya xwe ji bo proseya referandûmê ragihandin û bi pêwîstî zanîn ku ji bo serxistina proseya referandûmê komdengiyeke niştîmanî bê saz kirin ew jî li rêya yekxistina nav mala Kurdistanê û bi hêztirkirina baweriya di navbera aliyên siyasî û xelkê Herêma Kurdistanê de. Her di vê derbarî de aliyên siyasî ew yekê dûpat kirin ku pêwîste ev derfet bi xelkê Kurdistanê bê dayîn ku nêrîna xwe ya di derbarê çarenivîsa xwe de bi cîhanê rabigihînin.

Sêyem: Civînê nîgeraniya xwe di derbarê diyardeya koçbûna welatên derve û kûrbûna pirsgirêkên xelkê nîşan dan û xelkê Kurdistanê piştrastkirin ku pêkve krîz derbas dibin û aliyan bi tevahiya piştgiriya xwe ji bo nerazîbûn û daxwazên xelkê ragihand û balkişandin li ser birîna budceyê û daxwaz kirin ku hemû rêyek li ber bigrin ji bo çareserkirina pirsgirêka bê mûçeyî û ji bo vê mebestê jî piştgiriya xwe ji bo hewl û tedbîrên Hikûmetê yên ji bo siyaseta destpêkirin û kêmkirina xerciyan û çaksazî û peydakirina çareseriyek ji bo aîrşeyan ragihand bû cûreyek ku tedbîrên Hikûmetê kêmtirîn guvaşê ji bo çîna hejar û kêmderamet û fermanberan bîne û kêmkirina mûçeya fermanberên jî wekî paşkeft ji bo fermanberan li cem Hikûmetê bimîne û bi tu awayek jî mûçe û mafê fermanberan naçê, her wiha ev siyaset û rêwşuwên bi awayeke giştî xizmeta pêkanîna dadperwerî û nehiştina giriftên darayî bike.

Çarem: Beşdarbûyên civînê li ser wê yekê hevrebûn ku pêwîste bi sûdwergirtina ji ezmûnan her çi zûtire Parlemen bê çalak kirin û bingehek jî ji bo haşkirina siyasî ya di navbera aliyan de bê xweş kirin û ji bo vê mebestê jî biryar dan komîteyeke taybet bê pêkanîn ku erkê wê jî çalakkirina Parlemen û Hikûmet û çareseriya pirsa Serokayetî û serxistina referandûm be. Herwiha ev komîte di heyama heftiyekê de karên xwe temam dike û encaman dixe ber civîna pêş ya partiyên siyasî ligel Serokê Herêma Kurdistanê.

Pêncem: Di derbarê guhertinên navçeyê de, civînê tekez kir ku Herêma Kurdistanê nab beşek ji gengeşeyên navçeyê û tekez li ser parastina mafê diyarkirina çarenûs û mafên demokratiyên gelê Kurdistanê kirin.

Şeşem: Civînê bi pêwîstî zanî ku diyalog û danustandin ligel Bexda bi navê gihîştina çareserkirina arîşeyan de berdewam bê.