Amerîka 2 lîwayên Pêşmerge pirçek dike
K24- Hewlêr
Berpirsekî Wezareta Pêşmerge ragihand ku, Amerîka çek û kelûpelên leşkerî ji Pêşmergeyan re şandine.
Rêveberê Pêwendiyan li Wezareta Pêşmerge, Hejar Omer Ismaîl ji K24ê re got ku, biryar e ew çek û kelûpelên leşkerî yên Amerîkî di nêzîktirîn dem de bigihin dest wan.
Ismaîl anî ziman ku, ew çek û kelûpelên leşkerî taybetin bi 2 lîwayên Hêzên Pêşmerge.
Wî berpirsê Wezareta Pêşmerge diyar kir ku, ew çek û kelûpelên leşkerî niha li Kuwêtê ne, di meha bê de wê bigihin Herêma Kurdistanê.