DAIŞê 16 dîlên Aşûrî serbest berdan

Li Bajarê Hesekê, DAIŞê 16 dîlên ji pêkhateya Aşûrî serbest berdan.

K24 – Hesekê 

Li Bajarê Hesekê, DAIŞê 16 dîlên ji pêkhateya Aşûrî serbest berdan.

DAIŞê di 23 Reşmeha 2015an de, êrîşî gundên Aşûriyan yên li dor çemê Xabûrê li Parêzgeha Hesekê kiribûn û hejmarek ji Aşûriyên wê deverê revandibûn.

Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan li Hesekê. Îro ragehand, ku DAIŞê 16 dîlên Aşûrî serbest berdan, ku du nava wan de 12 zarok hebûn.

Hat ragehandin, ku ev proseya azadkirina dîlên Aşûrî, j encama guftûgoyên di navbera usqifên Sûriyê yên “Kenişta Rojhilat” û bi rêveberiya Mitran Avram Asnîl hatin berdan.

Li gor amarên Rewangeha Aşûrî, ku hîn 48 dîlên din yên wê deverê, ku di nav wan de ji û zarok hene, li cem DAIŞê mane. herwiha 156 kesên din jî yên bajarokê Qeryetên ya ser bi Parêzgeha Humsê jî, dîl li cem DAIŞê ne.