Rêvebriya Xweser: ENKS nikare nûneratiya Kurdên Rojava bike

Ji 29ê vê mehê ve civînên kongreya Cenêv3 derbarê kirîza Sûriyê de, dest pê kirin, li gor çavdêrên siyasî ev civîn dê bi mehan bidome.
kurdistan24.net

K24-Qamişlo

Hejmarek ji Partiyên Endam di nava Rêveberiya Xwese û Encûmena Sûriyê ya Demokratîk de, ragehandin ku, kongreya Cenêv3 dê bê encam be, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) jî nikare nûneratiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê bike.

Derbarê kongreya Cenêv3 û beşdarbûna ENKSê di wê kongreyê de, partiyên endam di Encûmena Sûriyê ya Demokratîk û Rêveberiya Xweser de, ji K24ê re ragehandin ku ew, nevexwendina Encûmena Sûriyê ya Demokratîk û Rêveberiya Xweser bo Cenêv3 şermeza kirin.

Ji aliyê xwe Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê(El-Partî) Nesredîn Ibrahîm tekez kir ku, kongreyê Cenêv3 dê bê encam bi dawî were, aşkere kir ku, ew bi wan encaman ne pabendin.

Ji 29ê vê mehê ve civînên kongreya Cenêv3 derbarê kirîza Sûriyê de, dest pê kirin, li gor çavdêrên siyasî ev civîn dê bi mehan bidome.