PDK-S: ENKSê dê doza Kurdî dane ser mêza Cenêv3

Serkirdeyekî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-S) diyar dike ku, beşdariya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di Cenêv3 de, gava yekemîn e bo ku doza kurdî bû yek ji acîndayên sereke li ser mêza wê civîna navdewletî.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Endamê Polîtbîroya PDK-Sê Neşet Zaza ji K24ê re got ku, danûstandinên Cenêv3 dê bi mehan li ber xwe bide, guhertin jî girêdayê paşerojê ye, ji ber ku krîza Sûriyê gelek acîndeyên curbicur bi xwe re anîne.

Zaza gotjî: “Em wek miletê Kurd geşbîn in ku dê biryarên baş ji bo pirsa Kurd li Sûriyê werin standin.” Herwiha bal kişand ku civîna Cenêv3 ne tenê ji bo pirsa Kurdî ye, lê belê ji bo tevahiya gelê Sûriyê ye.

Zaza amaje bi wê yekê kir, beşdar nebûna aliyekî siyasî yê Kurd di Cenêv3 de, nayê wateya ku Kurd di danûstandinên Cenêv3 de ne beşdar in.

Herwiha Zaza dibêje ku beşdarbûna Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) di Cenêv3 de, gava yekemîn e bo ku doza Kurdî têkeve ser mêza wê civîna navdewletî de.