Opozîsyon: “Baweriya me bi civaka navdewletî heye derbarê daxwazên me”
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamekî opozîsyona Sûriyê dibêje, berî vekirina dorpêça li ser bajarên sivîl û rawestandina bombebarankirina bajaran, bi çi awayekî hevdîtinên rasterast bi rêjîmê re nakin.
Endamê Desteya Bilind a Danûstandinan a opozîsyona Sûriyê Riyad Nesan Axa ji K24ê re ragehand ku, baweriya wan bi civaka navdewletî heye, ku di qonaxa yekem ya danûstandinan de bombebaran û dorpêça li ser bajar û bajarokê sivîl werin rakirin rawestandin.
Nesan Axa derbarê danûstandinên rasterast ligel şanda rêjîmê de got: “Em bi çi awayekî ligel rêjîmê hevdîtinê nakin, berî vekirina dorpêça li ser bajarên sivîl, em qebûl nakin ku gelê me di bin gefa birçîbûnê de be û ligel rêjîmê bicivin.”
Nesan Axa eşkere kir, heger daxwazên wan bi cih werin, ew amade ne tevlî qonaxa veguhêz bibin.