Hikûmeta Kurdistanê pirsa mûçeyê yekalî kir
K24- Hewlêr
Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku, dê êdî mûçeya fermanberan di dema xwe de were parvekirin.
Ji ber daketina buhayê petrolê, şerê li dijî DAIŞê û birîna budceyê ji aliyê Bexdayê ve û çend sedemên din, ev çend mehin ku Herêma Kurdistanê di krîzek darayî de derbas dibe.
Di konferanseke rojnamevanî de, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî îro li Hewlêrê diyar kir ku, li gor plana çaksaziyê ya hikûmetê, dê mûçeya tu fermanberekî neyê kêmkirin.
Herwiha dê mûçe di dema diyarkirî de were parvekirin.