Mîranî: Kêm kes piştgiriya referandûmê dikin

Sekreterê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand ku, referandûm mafekî rewa yê gelê Kurd e, lê kêm kes piştgiriyê lê dikin.
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr 

Sekreterê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand ku, referandûm mafekî rewa yê gelê Kurd e, lê kêm kes piştgiriyê lê dikin.

Sekreterê Polîtbîroya PDKê Fadil Mîranî, di konferansekî rojnamevanî de îro li Pîrmamê got: “Di ti pirtûkên asmanî de nehatiye nivîsandin ku nabe Kurd xwedî dewlet bin, yan jî nabe referandûmê bikin.”

Herwiha Mîranî derbarê pêwendiyên ligel Iraqê de amî ziman ku: “Em tên kuştin, şehîd dibin, tu kes sersaxiyê li me nake.  Me bi sedan kîlometr ji axa Iraqê rizgar kiriye, tu kes destxweşiyê li me nake, tu kes serdana me nake, şer dikin û tu kes piştevaniya me nake, êdî ew hevparî li ser çi bingehê ye?”

Mîranî balkişande ser pirsên navxweyî yên Herêma Kurdistanê got: “Em hevparên hev in, nabe ew hevparî biratiya xwe têk bide, nabe jî biratiya me li ser hisabê hevpariya me be.”

Mîranî amaje bi wê yekê kir, her kes bo pirsgirêkên niha dibêjin ku ew ji şaşîtiya PDKê ye, PDKê berpirsiyatiyê hildigire, lê aliyên din dê wiha bikin.

Mîranî derbarê koçkirina xelkê bo Ewropayê de got: “Rewşa Herêma Kurdistanê ne di astekî de ye ku xelk ji ber birçîbûnê koç bike, wek Sûriyê û navçeyên din bi ser me de nehatiye.”