NY: 32 grûp piştgiriya DAIŞê dikin

Amara dawî amaje bi 200 hezar çekdarên DAIŞê dike.

K24- Navenda Nûçeyan

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku, di heyama du mehan de, 34 grûpên çekdar dilsoziya xwe bo DAIŞê ragihandine.

Sekreterê Giştî yê NY, Ban Ki-moon, rêxistina DAIŞê bi “gefa nepêşbînî kirî” binav kir.

Herwiha Ban Ki-moon pêşbînî kir ku, DAIŞ di sala 2016an de geştir bibe.

Li gor amara ku Sekreterê Giştî yê NY belavkiriye, DAIŞ kariye piştgiriya 34 rêxistina çekdar bidest bixe, bi taybet li Filipîn, Ozbakistan, Pakistan, Lîbya û Nîjîryayê.

Komponyaya lêkolînê Ya Birîtanî yê King’s College , di meha borî de li ser DAIŞê lêkolînek kir. Li gorî lêkolinê tavahiya hejmara endamên DAIŞê 200 hezar kes e û ji wan 20 hezar 700 kes jî biyanî ne.