Bexdayê du biryarên din li dijî Kurdistanê derxistin

Biryar derbarê Pêşmergeyan û mafên Kurdan di hikûmetê de ne.

K24- Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Iraqê li ser dijayetîkirina Herêma Kurdistanê berdewam e, du biryarên nû jî li dijî wê derxistin.

Îro, Yekşemê, Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî ligel Komîteya Asayiş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê civiya bû, di civînê de jî behsa Kurdistanê û Pêşmergeyan hatiye kirin.

Derbarê hûrgiliyên Biryarderê Komîteya Asayiş û Parastinê, Şaxewan Ebdulla ragihand ku di civîna ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de sê mijar hatine rojevê ku ji wan yek mûçeyên Pêşmergeyan bûye. 

Ebadî di civînê gotiye: “Em ê mûçeyên Pêşmerge nedin, ji ber ku Herêma Kurdistanê petrola xwe difroşe û bila ji wî pereyî bê dayîn.”

Şaxewan Ebdulla diyar kir jî ku ji bo pêkanîna ‘hevsengiya hêzan’ daxwaza mûçeyên 150 hezar Pêşmergeyan, du postên di serokerkaniya artêşê û postek wezareta navxweyî ji Ebadî kirine.

Lê Ebadî ew daxwaz red kirin û tekez kir ku, Bexda “posta serokerkaniyê  û wezareta navxweyî jî nade Kurdan.”

Li gor rêkeftina aliyên siyasî yên Iraqê, piştî ketina rejîma Beis, posta serokerkanê artêşa Iraqê ji mafê Kurdan e.

Babekir Bedirxan Şewket Zêbarî jî, ji sala 2003ê ve li ser pişka kurd (PDK) fermandeyê artêşa Iraqê bû, di 30 Hezîrana 2015an de jî li ser daxwaza xwe hatibû xanenişînkirin.