Bexdayê beşa dermanê Herêma Kurdistanê kêm kir

Parlamenterê Kurd Bextiyar Şawês, eşkere kirk u kêmkirina beşa derman a Herêma Kurdistanê bi kêmkirina pereyên wezaretên Iraqê ve girêdayî ye.

K24 – Hewlêr

Parlamenterê Kurd Bextiyar Şawês, eşkere kirk u kêmkirina beşa derman a Herêma Kurdistanê bi kêmkirina pereyên wezaretên Iraqê ve girêdayî ye.

Derbarê mijarê de endamê Komîteya Tendirûstî ya Parlamentoya Iraqê Bextiyar Şawês ji Kurdistan24ê re got: "Kêmkirina beşa dermanê Herêma Kurdistanê bi kêmkirina pereyên wezareta tendirûstî ve girêdayî ye, di butceyê de bo Wezareta Tendirûstî ya Iraqê 3 milyar dinar hatiye veqetandin, lê heta niha ji sedî 60ê wan pereyan hatiye qutkirin."

Şawês wiha axifî: "Me wek Komîteya Tendirûstiyê ya Parlamentoya Iraqê, ev mijar şopand, rast e berî niha beşa dermanê Herêma Kurdistanê li Bexdayê ji sedî 17 bû, lê ji ber kêmbûna pereyên wezareta tendirûstî ew jî hatiye kêmkirin."

Ji bo zanyariyên zêdetir li ser kêmkirina dermanê Herêma Kurdistanê û bandora wê li ser sektora tendirûstiyê, Kurdistan24ê çend caran hewl da ligel Berdevkê Wezareta Tendirûstî ya Herêma Kurdistanê peywendiyê deyne, lê çênebû.