Infografîyek li ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de

Li gor YPGê Artêşa Tirkiyê di meha borî de, li gundê Letîfiyên, Tilcîhanê û Sermisaxê sînor bezandiye, ji aliyê xwe ve Artêşa Tirkiyê dibêje ku, ew dixwaze sînorê xwe li gel Rojavayê Kurdistanê serast bike.
kurdistan24.net

K24-Qamişlo

Dirêjahiya sînorê ku di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de, digehe 822 kîlometreyan, ji derya Spî dest pê dike heta dighe gundê Sêmalka ser bi bajarê Dêrikê ve.

Ev sînor di peyamana Sîver de hat destnîşan kirin, lê di peymana Lozanê de gelek guhertin li ser wî sînorî hat kirin.

Li gor Yekîneyên Parastina Gel(YPG) Tirkiyê di çarçoveya şerê li Sûriyê destwerdan di axa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kir ye, gelek caran di rêya navçeya Tampon, êrîşkirina navendên YPGê li ser sînor û veguheztina Tirba Silêman Şah ji Qerqozaqê li Helebî  bo Eşna li Kobanê ew sînor bezand,

Li gor YPGê Artêşa Tirkiyê di meha borî de, li gundê Letîfiyên, Tilcîhanê û Sermisaxê sînor bezandiye, ji aliyê xwe ve Artêşa Tirkiyê dibêje ku, ew dixwaze sînorê xwe li gel Rojavayê Kurdistanê serast bike. Herwiha Tirkiyê dîwareke dirêj di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de avadike, daku rê li pêşiya qaçaxçiyan û koçberan bigre.

Tirkiyê avakirina herêmeke Kurdî li Rojavayê Kurdistanê weke hêleke sor û weke gefekî li ser ewlehiya  xwe dibîne.

Lê  tevî wê yekê jî bi biryara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bi armanca rizgarkirina bajarê Kobanê derbasî sînorên Tirkiyê bû.