Esîl Nucêfî: PKKê xwe ji şerê Mûsilê re amade dike

Parêzgarê berê yê Mûsilê eşkere dike, PKKê dê beşdarî şerê rizgarkirina wî bajarî bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Parêzgarê berê yê Mûsilê eşkere dike, PKKê dê beşdarî şerê rizgarkirina wî bajarî bibe. 

Parêzgarê Mûsilê yê berê û Fermandeyê “Heşda Wetenî ya Sunî” li Iraqê Esîl Niucêfî eşkere kir ku, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi niyaz e, beşdarî şerê rizgarkirina Mûsilê bibe.

Nucêfî ji rojnameya “Şerq el-Ewset” re diyar kir, ku heta çek û alîkariyên leşkerî yên ku biryar e bigehin navçeya Mexmûrê, heger ew alîkarî negihin, dê operasyona rizgarkirina Mûsilê temam nebe.

Nucêfî diyar kir jî, niyaza PKKê heye ku beşdarî şerê rizgarkirina Mûsilê bibin, ev yek jî li gor wê rojanmeyê, dê rûbirûbûnekê di navbera Tirkiyê û PKKê de veke.

Li gor wê rojanameyê belav kiriye ku, destpêkirina şerê rizgarkirina Mûsilê ji çekdarên DAIŞê, 10 Adara bê derbas nake, ku Artêşa Iraqê, Heşda Wetenî, hêza Pêşmerge, bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî beşdarî şerê rizgarkirina Mûsilê dikin.