Demîrtaş, hikûmeta AKPê bi komkujiyê tawanbar dike

Operasyonên ku li Cizîr û bajarên din ên Bakurê Kurdistanê pêk tên careke din li parlamentoyê deng vedan. Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş got; “dewlet komkujiyekê dike lê nikare niha eşkere bike.”

K24 - Enqere

Operasyonên ku li Cizîr û bajarên din ên Bakurê Kurdistanê pêk tên careke din li parlamentoyê deng vedan. Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş got; “dewlet komkujiyekê dike lê nikare niha eşkere bike.”

Demîrtaş, di komcivîna parlamentoyê de amaje bi vê yekê kir ku Cizîrê jî wekî Roboskî û Komkujiya Enqerê derbasî dîrokê bûye. Demîrtaş, hikûmeta AK Partiyê bi komkujî kirinê sûcdar kir û wiha axifî:

“Ev kesên bê exlaq çi dibêjin?; HDPyî diçin li wir ku serkirdeyên PKKê birevînin. Li hemberî politikayên xwe yên bê exlaq kompanyayên qirêj bikar tînin. Ev 20 roj e li ber çavan komkujiyê dikin. Em di wê baweriyê de ne ku hemû kes kuştine. Ji ber ku me destnîşan kiribû ku birîndar in; me ev yek bi rêya axaftinên tomarkirî yên telefonan ragihandibû. Ji bo ku vê komkujiyê veşêrin hejmara kesên can dane roj bi roj eşkere dikin.

Cenazeyên kesên ku bi rêya komkujiyê kuştine yek bi yek li mal û kolanan belav dikin. Niha amadekariyên vê yekê tên kirin. Doh ji aliyê arteşê ve ji kesên ku ser navê şaredariyê çûne ku cenazeyan werbigirin hatiye gotin; “cenaze ne amade ne, em niha nadin.

Banga me ji bo gelê me ye. Ji doh ve em cenazeyan jî nikarin bistînin. Li pêşiya me hikûmeteke xwedî wîjdana ku wan tiştan fam bike tune ye.”