Sefwan hêviyên xwe bi amûrên xwe re nûjen dike

Mîna gelek çîrokên windayî ji taxên Qamişlo , Sefwan her roj hêviyên xwe bi van textan re nû dike û rê li pîşiya hemû ramanên koçberiyê digre, tenê dengê awaza sazên xwe dike.
kurdistan24.net

K24-Qamişlo

 Di firoşgeheke piçûk de, li kolaneke windayî ji taxa Hilêliyê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê,  Sefwan hunereke taybet bi xwe diafirîne, dema careke din texta nûjen dike û amûrên curbicur ên mûzîkê saz dike.

Bi armanca sazkirina wan amûran Sefwan textên li ber destên xwe bikar tîne, herwiha hemû alavên pêşesaziya  xwe li ser destên xwe wan çêkirine,  bi tena serê xwe hemû qonaxên karsaziya xwe  birêve dibe.

Ne pûçbûna lingê  Sefwan û ne  jî rewşa şer û dorpêçkirinê, ewî ji karê wî dûr dixe, Kêfxweşiya wî ew e, ku dema çêkirina amûrekê bidawî were û dengê wê bike.

Mîna gelek çîrokên windayî ji taxên Qamişlo , Sefwan her roj hêviyên xwe bi van textan re nû dike û rê li pîşiya hemû ramanên koçberiyê digre, tenê dengê awaza sazên xwe dike.